Sedr banga 'Meclîsa Ewlekariyê' li eşîran kir
Lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîa Muqteda es Sedr bang li eşîrên li Iraqê kir ku 'Encûmena Ewlekariyê' ava bikin.
Lîderê Tevgera Neteweyî ya Şîa Muqteda es Sedr bang li eşîrên li Iraqê kir ku 'Encûmena Ewlekariyê' ava bikin.
Serokê Tevgera Neteweyî ya Şîa Muqteda Sedr têkildarî êrişên çeteyên Colanî û dewleta Tirk yên Sûriyeyê û metirsiya wan ya li ser Iraqê peyamek parve kir.
Sedr got: “Daxwazê ji tevgerên Şia, eşîrên Iraqê, xelk û hêzên ewlehiyê, hêzên Heşda Şebî û Sûneyên Iraqê dikim ku yekrêz bin, ne aramiyê red bikin, parastina aştiya medenî bikin. Parastina Iraqê û yekrêziya wê li pêş hertiştiye. Teror nûnertiya ti aliyan nake, dijminê hemû Iraqiyaye.”
Sedr di dewama peyama xwe de bang li tevgera xwe kir ku ji her tiştî re amade bin û bang li eşîrên Ereban kir ku demildest ‘encûmena ewlehiyê’ ava bikin.
Hêjayî gotinê ye piştî ku çeteyên Colanî û dewleta Tirk a dagirker êrişî ser Rojavayê Kurdistanê kirin, bi hezaran çeteyên DAIŞ’ê û malbatên wan ji girtîgeh û kampan berdan. Vê yekê jî metirsiya li ser Iraqê zêdetir kir.